Şingal – Hêza PKKê hewl dide bibe beşek ji artêşa Iraqê
Ligor zabyariyên Heftenameya Bas hêza PKKê ya li Şengalê damezirandiye ya bi navê Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) her meh bi rêya Heşdî Şabî mûçe çekan ji Bexdayê distînin. Herwiha YBŞ hewl dide sûdê ji wê biryara Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya derbarê yekxistina Heşdî Şabî û beşdariya Heşdî Şabî bo nava artêşa Iraqê bistîne û di wê çarçoveyê da bibe beşek ji artêşa Iraqê û mûçe û çekan ji Iraqê bistîne.
Di serdana xwe ya dawî da bo Şengalê da Serfermandarê Iraqê daxwaz ji hêzên Heşdî Şabî kiribû yan çekan daynin yan jî xwe bikin yek beşdarî li nava artêşa Iraqê da bikin. Herwiha lîjneyeke Parlementoya Iraqê jî bo meseleye raportek amade kiriye.
Parlementerê Partiya Demokrara Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Nasir Yûsif ji heftenemaya Basê ra axivî û da zanîn ku hebûna hêza PKKê li Şengaê ne destûrî ye nabe hêzeka biyanî bi îdelojiya PKKê di nava çarçoveya artêşa Iraqê da cîh bigire. Nasir Yûsif got:“Bi ti awayî yasayeka Iraqê rê nade ku ew bibib beşek ji artêşa Iraqê û mayîna hêza PKKê heta aniha jî ne yasayî ye. Hêza PKKê rêliber wê yekî digire aniha rêveberiya îdarî ya Şengalê jî veger û dest bi kare xwe bike.
Berpirsê Liqa PDKê li Şengalê Qadir Qaçax jî ji heftenameya Basê ra axivî û da zanîn ku YBŞ xwe xistiye bin hegemoniya Heşdî Şabî û amaje bi wê yekê jî kir ku heger Heşdî Şabî bibe beşek ji artêşa Iraqê metirsî li ser Şengal mezintir dibe çunke Heşdî Şabî û YBŞ rê liber avadankirina Şengalê digirin. Qaçax dûpat jî kir ku heta PKK û Heşdî Şabî li Şengalê hebe rewşa Şengalê jî weke Kerkûk û bajarên din dagirkirî dibe.
Basnews
