Wezîrê Derve yê Fransayê nameyek bo Nêçîrvan Barzanî şand
Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye û tê de diyar dike ku ew pê şanaz in ku di 10ê Tîrmehê de careke din li Parîsê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kirine.
Le Drian di nameyêa xwe de ragihandiye“Bi pêwîstî dizanim gerimtirîn pîrozbahiyên xwe dubare bikim ku cenabe we wek Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hate hilbijartin. Hêviya serkevtinê di vê berpirsyariya mezin de ji we re dixwazim.”
Le Drian bal kişandiye ser rola Nêçîrvan Barzanî ya asayîkirina gengeşeyên piştî referanduma serixwebûna Kurdistanê li herêmê derketibûn holê û dibêje: “Herwiha dixwazim destixweşiyê li we bikim ku di nav çend mehên pêştir de ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Iraq û rêveberiya Herêma Kurdistanê de roleke erênî lixwe girtiye.”
Herwiha di berdewamiya nameya xwe de Le Drian behsa rola Herêma Kurdistanê kiriye û wiha got: “Ew ezmûn û dadweriya we heye ku bo birêvebirina siyasetekî pir bi hêvî bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêkanîna asayişa Iraq û herêmê û bi giştî beramberî her metirsiyekî serhildana terorîzma cîhadî reformên pêwîst bo aramiya Kurdistana Iraqê.”
Di berdewamiya nameya xwe jî da Le Drian wiha gotiye: “Fransa di heyama aştiyê de jî ligel we dibe weku çawa di heyama şerî de ligel we bûye. Wek wefayek bo peywendiyên me yên dîrokî, ew peywendî di heyama şerê li dijî DAIŞê de bihêztir bûn. Ez dixwazim dîsa bibêjim ku di çarçoveya Iraqekî yekgirtû, federal û demokrat de zêdetir rêz li mafên kurdan bê girtin. DIxwazim hûn piştrastbin ku em rijd in ligel Herêma Kurdistana Iraqê hevkariya xwe berfirehtir bikin.”
Basnews
