Leyla Gûven: Axaftina min xelet hatîye fehm kirin
Di axaftina xwe de min operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê nirxand û min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kek Mesûd Barzanî daxwaz kir ku li dijî van operasyonan xwedî helwestekê bin. Weku tê zanîn Kek Mesûd Barzanî berê gelek caran gotibû “ez ê êdî tu carî nehêlim ku kurd bi hevdu re şer bikin” û min gelek girîngî da vê axaftina wî û nirxandinên xwe li ser wî esasî kiribûn.
Di wê axaftinê de armanca min ew bû ku balê bikişînim ser xetereya operasyonên leşkerî yên li ser gelê Başûrê Kurdistanê û pêdiviya avakirina yekîtiya neteweyî û pêkanînan xeteke palpiştiya neteweyî bînim ziman. Lê mixabin axaftina min ji konteks û merama xwe hate bidûrxistin û xelet hate şîrovekirin; ji ber vê rewşê ez gelek xemgîn im. Her çend Kek Mesûd Barzanî îro bi awayekî çalak siyasetê neke jî, em baş dizanin ku gelê Kurdistanê wî ji nêz ve dizane û dişopîne û mîsyoneke wî ya girîng, dîrokî û siyasî heye. Kek Mesûd bi vê mîsyona xwe ya siyasî, bi têkoşîna xwe û bi tecrûbeyên xwe, dikare di demeke ku Rojhilata Navîn û Kurdistan bûye deryaya xwînê, rê li ber van rageşî û berberiyan bigire, diyalog û guftûgoyê esas bigire û ji bo encamgirtina xebatên yekîtiya neteweyî hewl bide. Bi raya me, ev bendewariya derbarê Kek Mesûd de helwesteke welatparêzî û Kurdistanî ye. Gelê me jî baş dizane ku di dema proseya referadûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê û hemû xetereyên li ser gelê me yê başûr de, helwesta Kongreya Civaka Demokratîk cihekî giranbuha digire. Hemû nirx û destkeftiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, destkeftî û nirxên gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye; ez hêvî dikim ku axaftina min jî li dor vê çarçoveyê bê fêmkirin û ji meram û armanca xwe neye bidûrxistin.”
Waar.tv
