• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Kurdistan ji wan rûdawên dawî derbas bibe

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Kurdistan ji wan rûdawên dawî derbas bibe
Serokwezîrê Herêma Kudistanê Mesrûr Barzanî, aşkere kir ku ew dixwazin Kurdistan ji wan rûdawên dawî derbas bibe û çar salên dahatî bo wan û cîranên wan herwiha hevpeymanên wan giring dibe.

Di gotarekê de li rojname ya Washington Post a Emerîkayî bi navê (Çima Hikuemta Herêma Kurdistanê di destipêka qonaxeke nû de ye) Mesrûr Barzanî ragehandîye, ku ew dixwazin, di çar salên dahatî de hikumeta Herêma Kurdistanê bûyerên sersamên van dawîyan bibuhirîne û amadeya xwe jî li ser gorepana nêvdewletî de misoger bikîn û bi kurtî jî, wm dixwazîn destpêkeke nû dest pê bikîn.

Her di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî, radigehîne: “Wek Serokwêwezîr rêyeke cuda bo rûbirûbûna astengan dîyar dikim ku pişta xwe bi destkevtan ve girê bide. Herweha şerkirin li gel DAIŞê li şûna civaka nêvdewletî û xercîyên wî şerî, budceya destinîşankirî ji alîyê Bexdayê ve, koça aware û penaberan, çendîn milyar dolar deyin bo me hêlane û sera dijwarîyan jî, em mayin wek hevpeymanê rojava û zanyarî yên hewalgirîyên me çendîn hêrişên teroristî li derve pûçkirin.”

Herwiha di pişkeke dî ya gotarê de, Mesrûr Barzanî dibêje: “Komeke çaksazîyan dikim ku tevaya kert û alîyên xizmetguzarîyê bi xwe re vegire û hikumeta min abûrîyeke hemecor ava dike, ku xweşguzeranîyê bo hemûyan bicî bike û kirê bo wê yekê dikîn hikumet xizmeta welatîyan bike neku bi vajî ya wê.”

Herweha bo rêkxistina peywendî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêngavên pêwîst dixim pêşîya xwe. Di dema 16 salên buhirî de tim girjî hebûye û niha dema wê yekê hatîye me peywendîyeke hevseng li gel Bexdayê hebe. Hevdem çavê me li piştîvanîya civaka nêvdewletîye bo hevkarîkirina me di avakirina abûrî de.

Basnews
Top