• Friday, 13 February 2026
logo

Du Duhokî ji Amerîkayê xelata Azadiya Olî werdigrin

Du Duhokî ji Amerîkayê xelata Azadiya Olî werdigrin
Jin û zilamek ku xelkê bajarê Duhokê ne, li Amerîkayê hatine hilbijartin daku yekemîn xelata Azadiya Olî ya wî welatî werbigrin. Li tevahiya cîhanê, ew xelat pêşkêşî şeş kesan hate kirin ku roja çarşembiyê hatin xelatkirin.


Balyozê Amerîkayê yê bo Azadiyên Olî, Brawn Bawk dibêje: Paskal û Wiliyam, jiyana xwe jibo pêşxistina mafên ayînan û mafên din ên mirov li Iraqê terxan kirine.


Wiliyam Werda û Paskal Werda du hevwelatiyên Krîstiyan ên ji parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê ne, ku rêxistina Hemûrabî Bo Mafên Mirovan di sala 2003 de damezrandine.



Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Hemûrabî yek ji wan rêxistinên kêm bûye ku ji destpêkê ve êrîşên DAIŞê yên bo ser Êzidiyan û Krîstiyanan bi belge tomar kir.


Rûdaw li gel wan herdu çalakvanan axivî. paskal, ku di yekemîn hikûmeta demkî ya piştî nemana rejîma Sedam Hisên, wezîr bûye, bi zimanê Kurdî ji Rûdawê re axivî û ragihand, pêşeroja kêmîneyan rasterast girêdayî pêşeroja sîstema siyasî ya Iraqê ye.

Belê weke çareseriyeke bileztir, hinekan behsa avakirina navçeyeke xweser jibo Krîstiyanên Kurdistan û Iraqê kiriye. Paskal dibêje, ev hizr di pratîkê de nabe û pêk nayê.


Piştî bêtir ji 1400 salan ji tepeserkirinê, piştî sala 2003an, krîstiyanên Iraqê rastî yek ji mezintirîn gefan hatine. Krîstiyanên Iraqê bi xwe dibêjin, ji wê demê ve heya niha hejmara wan zêdetir ji %80 kîm bûye û hejmara wan ji milyonek û nîvan daketiye bo 250 hezar kesan.

Rudaw
Top