• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Rûsyayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Rûsyayê civiyan
berhsa rewşa rojhilata navîn û Îraqê kirin
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Maksim Maksimov kir.

Di civînê de Balyozê Rûsyayê silavên wezîrê derve û Cîgirê wezîrê derve yên Rûsyayê gehande Serokê herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jî bo Nêçîrvan Barzanî xwest.

Di berdewamiya civîna han de her du alê behsa têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê, berfiretir kirina hemahengiya navbera Rûsye û Kurdistanê, çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê kirin.

Giftûgo kirin li ser rewşa Rojhilata Navîn û çend babetên din yên girêdayî rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê mijarên din yên vê civînê bûn.
Top