• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka êrîşa li Hewlêrê şermezar dike

Amerîka êrîşa li Hewlêrê şermezar dike
Wezîrê Derve yî Amerîka Mike Pompeo bûyera teqekirina li Hewlêrê û kuştina dîplomatkarekî Tirkiyê bi tundî şermezar dike.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yî Amerîka ragihand, ev cure riftara tundûtûj ti bihaneyek jê re nîn e û tekezî jî li ser piştevaniya hikûmeta Tirkiye û Iraqê kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.

Piştî bûyera teqekirinê, çendîn welatan nîgeraniya derbirîn. Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê, êrîşa li bajarê Hewlêrê şermezar kir û hevxemiya welatê xwe ji hikûmeta Tirkiyê re nîşan da.

Herwiha Şanderê Netewên Yekgirtî li Iraqê, ji bilî şermezarkirina êrîşê, ragihand ku ti bihaneyek ji vê êrîşê re nîn e û serxweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û daxwaza desteserkirina tawanbaran kir.

Wezareta Derve ya Urdinê jî di daxuyaniyekê de êrîşa Hewlêrê şermezar kir û hêviya çakbûna bilez ji birîndaran re xwast.

Duhî 17ê Tîrmehê bûyereke teqekirinê li xwaringeheke Hewlêrê rû da, di encamê de karmendekî Konsolxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dan.

Top