• Friday, 13 February 2026
logo

Konsolê Amerîkayê yê Hewlêrê: Hêviya xelkê gelekî bi hikûmeta nû heye

Konsolê Amerîkayê yê Hewlêrê: Hêviya xelkê gelekî bi hikûmeta nû heye
Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê di civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî ra xwest û aşkere kir ku hevîya xelkê gelekî bi hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê heye.

Îro çarşemê 17/07/2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Mesrûr li şendeke Balyozxaneya Amerîkayê, bi serokatîya Balyozê Emerîkayê li Iraqê Matiyo Tuler kir.

Di civînê de ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Stivin Feygin,Amade bû, şanda mihvan pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir bi boneya destbikarbûna kabîneya nû ya hikumetê. Herwiha BAlyozê Amerîkayê ji bilî derbirîna hêvîya serkevtinê, amaje bi wê yekê jî kir ku xelkê hêviya mezin bi evê kabîneyê heye û amadeyî ya xwe jî derbirî bo hemû hevkarîyekê.

Herwiha Balyozê Amerîkayê behsa serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê jî kir û got: Hêvîdarim her sê serokatî yên Iraqê roleke erênî bibînin li çareserkirina pirisgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li ser karname ya kabîneya nû kir, bi taybetî li pêşxistina xizmetguzarîyan di warê xwendin, tenduristî, elektirîk û giringîdan bi kerta çandinê.

Basnews
Top