Jineke Kurd ji ber tirkî nizane hat cezakirin
Bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê yek ji wan bajaran e ku zimanê kurdî hêj lê zindî ye. Li bazarê û li nava malê kurdî hêj li vî bajarî serdest e.
Van rojan ev bajar bi cezakirina kurdî di rojevê de ye.
Tenzîle Çetîn ji tirsa ku dê ceza newêre deriyê mala xwe ji her kesî re veke. Lewre Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê TUÎK'ê ji ber ku bi tirkî nizanibûye hezar û 55 lîreyê tirkî cezayê pere lê birîye.
Jina ku hatiye cezakirin Tenzîle Çetîn ji Rûdawê re got: “Kesên rapirsîn dikirin ku hatin, ji min re ceza birîn. Ew ên dewletê ne. Ger bi kurmancî bigotana belkî min bersiva wan bidana. Ez dê dozê li wan vekim. Bila min bavêjin zindanê. Xwedê çêke. Qet ji kurmancî natirsim. Xwedê yek e û pêxember heq e. Bila bi xwe re tercûman bigerînin. Ji sedî sed kesên weke min ku bi tirkî nizanin hene.”
Emîn Tunç ku bavê wî jî ji ber kurdî hatiye cezakirin dibêje: “Bavê min digot em dihatin vê meydanê, li vir mizgefta mezin li vir bû. Dihatin vê mizgeftê. Li vir jî şaredarî hebû. Kesên ku bi kurdî diaxivîn zabiteyan wan digirt. Yên ku cezayê xwe yê pere nedana wan davêtin zindanê. Zindan li Deriyê Çiyê bû. Bi îşaretan diaxivîn. Ku xwe ji bîr bikirana û bi kurdî biaxivîna yan diviyabû pere bidana yan jî biçûna zindanê.”
Di 25ê Çilya 1991ê de qedexeyên li ser ziman bi qismî hate rakirin û pêşiya weşangeriya bi kurdî hate vekirin. Lê piştî hewla kodetaya 15ê Tîrmeha 2016an rewşa awarte hate ragihandin û careke din sazî û dezgehên kurdî hatin girtin.
12 kanalên TVê, 11 radyo, 2 enstîtuyên kurdî, 45 kursên Kurdî hatin girtin û herwiha 3 kes ji ber Kurdî hatine kuştin û 86 kes jî hatine girtin.
Rudaw
