• Friday, 13 February 2026
logo

Xamineyî bi tundî welatên Ewropa rexne kirin!

Xamineyî bi tundî welatên Ewropa rexne kirin!
Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamineyî dîyar kir ku Ewrupa bo pûçkirina dorpêçên Amerîka alîkarîyeke rind nade Tehranê.
Xamaney da zanîn ku tevî ku Îran li ser gotinên xwe disekine û li gor peymana atomî tevdigere jî Ewropî li ser sozên xwe nasekinin.
Xamaney got: ‘’Ewropî bang li me dikin em li gor gotinên xwe tevbigerin. Ewropî nikarin ji Îranê tiştekî wisa bixwazin û em dê kêmtir li gor peymanê tevbigerin’’
Wezîrê Derve yê Brîtanya li Brukselê ji rojnamevanan re dabû zanîn ku Îran bi qasî salekê ji çêkirina bombeyên atomî dûr e û dîyar kiribû bo xelaskirina peymana navokî hîn fersend heye.
Amerîka piştî ku ji peymana atomî vekişîyabû dijî Îranê jinûve pêkanîn û dorpêç ragihandibûn û girjîya di navbera her du dewletan de careke din gur bubû.

Basnwes
Top