• Friday, 13 February 2026
logo

Erebên ku anîne Dubizê êrîş kirin ser gundekî kurdan!

Erebên ku anîne Dubizê êrîş kirin ser gundekî kurdan!
Îro 16.07.2019ê hin erebên ku anîne Dubizê avêtin ser gundekî kurdan ê Dubiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê û xwestin gund dagir bikin.

Qaymeqamê qeza Dubizê yê rewa Ebdula Nûrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Erebên ku anîne Dubizê avêtine ser gundê Qeredere ya ser bi Dubizê û xwestine gund dagir bikin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Ew erebên ku hatine wî sînorî ser bi eşîreta Dîlemî ne.’’

Qaymeqamê rewa yê Dubizê got: ‘’Wan ereban xwestina hin cîha destnîşan bikin bo ku li sînorê wî gundî de xaniyên nû ava bikin. Lê ji aliyê rûniştvanên gund ên resen ve (kurdan) rêgirî li wan hatiye kirin û naha xelkê gund û erebên anîne deverê li hember yek rawestane.’’

Basnews
Top