Rêveberiya xweser: Gefên Tirkiyê qebûl nakin
Di daxwiyaniya Rêveberiyê de herweha hatiye, gefên Tirkiyê li ser wan navçeyan, berdewamiya siyaseta Tirkiyê ya ji bo nehiştina aramî û lêdan e ji hewlên çarekirina krîza Sûriyê re.
Rêveberiya Xweser herweha bang li raya giştî ya cîhanî, Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa û hemû aliyên, ku çareserkirina krîza Sûriyê dixwazin, ku helwesta xwe li himber binpêkirinên Tirkiyê û dagîrkirina wê ji xaka Sûriyê û gefên berdewam li ser navçeyên Rêveberiya Xweser zelal bikin.
