• Friday, 13 February 2026
logo

Bi serokatiya Mesrûr Barzanî şandeke Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê dike

Bi serokatiya Mesrûr Barzanî şandeke Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê dike
Îro şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê bike û biryar e bi her sê serokatiyên Îraqê re bicive.

Li gor zanyariyên şanderê K24, şand bi serokatîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibe û her ye ji Cîgirê Serokê hikumetê Qubad Talebanî, Wezîrê Dadê Ferset Ehmed, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî endêmên şandê ne.

Derbarê karnema û civînên şandê, şanderê K24ê got: Ew şand destpêkê serdan Serokomarê Iraqê Berhem Salih dike, piştre bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî û paşê Serokê Parlemana Iraqê Mehemed Helbûsî re dicive.

Piştî yekemîn civîna fermî ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku duhî 15ê Tîrmehê 2019an hat kirin, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta nîşandan û derbirîna nîyazpakiya Herêma Kurdistanê, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçova destûrê de serdan Bexdayê dike.

Top