Cîgirê Serokê Jûra Bazirganiya Amerîkayê: Hatina me ya Kurdistanê dê berfireh be
Berî niha şandeke pilebilind a Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê bo karûbarê Rojhilata Navîn, Steve Lutes serdana Herêma Kurdistanê kir.
Nûnerê Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê bo karûbarê Rojhilata Navîn, Steve Lutes ragihand ku derfeteke baş a weberhênanê li Herêma Kurdistanê heye û herwiha ji bo kompaniyên Amerîkî jî li vê dere di çend kertan de derfeta kar heye.
Steve Lutes diyar kir ku ew dê kompaniyên Amerîkî han bide ku bêne Kurdistanê û got: “Ez bi hêvî me ku gelek kompaniyên Amerîkî dê bi mebeste weberhênanê bêne herêmê û dê ji bilî kerta enerjiyê di warên din de jî kar bikin.”
Nûnerê Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê bo karûbarê Rojhilata Navîn da zanîn ku wan di hevdîtinên xwe de dîtine ku ji bo herêm bibe navendeke weberhênanê hewldan û îradeyeke cidî ya Hikûme Herêma Kurdistanê heye û ew bawerikî baş didin werberhênanan.
Steve Lutes derbarê peywendiyên aborî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.
Rûdaw: We ligel rayedar û weberdêrên Herêma Kurdistanê di kîjan mijaran de li hev kirin?
Steve Lutes: Me di heyama serdana xwe de ligel Jûra Bazirganî ya Herêma Kurdistanê pêşrêkevtinek îmze kir û ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Me di rêkevtina xwe de diyar kiriye ku di proseya havkariyê de kîjan alî dê kîjan barî lixwe bigire û dê kîjan pêngav bêne avêtin. Hinek xalên rêkevtinê di derbarê ragihandina zanyariyan de ne, wate em dê derbarê derfetên kar û weberhênana li vê derê de agahiyan bidin kompaniyên Amerîkî. Di heman demê de em ji bo ku ji kampaniyên li vê derê re şirikên Amerîkî bibînin dibin alîkar. Herwiha em dê bibin alîkar ku kompaniyên Herêma Kurdistanê peywendiyan xwe ligel weberhênanên Amerîkî re danin.
Bi te çima Amerîka dixwaze li herêma Kurdistanê weberhênanê bike, mebesta wê çi ye?
Ev pirseke baş e, em wek Jûra Bazirganiya Amerîkayê, li 50 eyaletên Amerîkayê di heman kertan de nûnertiya zêdeyî 3 milyon kompaniyan dikin. Em serdana her welatekî nakin, tenê serdana wan welatin dikin ku em bikaribin ligel wan kar bikin. Em baş dizanin niha Iraq û Herêma Kurdistanê pêvajoyake girîng derbas dikin. Em vê yekê baş dibînin. Lewma em dibêjin ku ji bo kompaniyên Amerîkî derfet e ku li vê dere werberhênanê bikin. Herwiha em dibînin ku rikeberiyeke tund heye û çalakiyên welatên herêmê li vê dere hene. Di heman demê de em dizanin ku bazara vê dere jî dixwaze kompaniyên Amerîkî beşdarî bazarê bibe. Ji bo rewşê ji nêzîk ve bibînin me serdana vê dere kir.
Ji bo we baştir e hûn di warê petrol û gaza sirûştî de weberhênanê bikin an jî hûn dê zêdetir berê xwe bidin qadên xizmetguzariyê?
Welatên li Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de piranî girîngiyê bi kerta enerjiyê didin. Bêguman em dê zêdetir bala xwe bidin vê qadê, lê em baş dizanin ku ji bo kertên cuda jî derfetên baş ên werbehênanê hene. Li Herêma Kurdistanê ligel geştyarî, pişesazî û îstihdamê girîngiyê bi çandiniyê jî didin. Em şiyanên werberhênana vê derê dibînin, lewma dixwazin kompaniyên Amerîkî ezmûnên xwe li vê derê ji bo werhênanê bikar bînin. Em bi taybetî dixwazin di warên wek tenduristî, teknolojî, darayî, veguhestin û lojîstikî de kar bikin. Bi rastî em dibînin ku li vê derê derfeteke gelek baş ji bo weberhênanê heye. Di vê çarçoveyê de em wek şandeke pilebilind hatine vê derê em dê hewl bidin kompaniyê Amerîkî berê xwe bidin vê derê.
Ax û ava Herêma Kurdistanê ji bo çandiniyê gelek baş e, planên kompaniyên Amerîkî derbarê vê kerta strajîk de hene?
Kerta çandiniyê yek ji kertan ku kompaniyên Amerîkî girîngiyê pê didin e. Ez bixwe jî li Îndianayê di çewlîkê de mezin bûm. Erdê Amerîkayê gelek berfireh e, û li wê derê girîngiyê bi çandiniyê didin. Ezmûna min derbarê vê kerta de heye, lewma ez vê kerta baş nas dikim. Ji bo kompaniyên Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê di gelek waran de derfetên kar hene. Minak ewlehiya xurekê yek ji wan e. Eger bixwazin di vê kerta de bixebitin çend pirsên girîng hene divê ji xwe bipirsin. Divê rêya xwe diyar bikin dê bi çi awayî kar bikin.
Amerîka konsulxaneya xwe ya herî mezin li Hewlêrê ava dike. Ji aliyê leşkerî û siyasî ve peywendiyên bihêz ên Amerîka û Herêma Kurdistanê hene, hûn peywendiyên aborî çawa dibînin?
Ev mijareke girîng e. Bi me peywendiyên aborî ji her tiştê girîngtir e. Bêguman peywendiyên ewlehî û û dîplomasî gelek girîng in, lê peywendiyên aborî her tim bûne fokusa peywendiyan. Kerta taybet a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dikare di çend waran de kar bike. Em ji aliyê stratejîk ve li ser vê yekê xebatên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de şandeke bazirganiyê serdana herêmê kir. Em dê rê li ber çend kompaniyan hêsan bikin daku bêne vê derê û derfetên kar bînin û hinek hevdîtina encam bidin. Di vê mijarê de pêşketin hene, lê hêj pêngavên em bavêjin mane.
Bi hatina DAIŞê re kompaniyên petrolê biryar dan derbikevin. Bi te kompaniyên Amerîkî ji bo pêşxistina enerjiya Kurdistanê dê dîsa li herêmê dest bi çalakiyan bike?
Teqez kompaniyên Amerîkî ji bo weberhênanê dê dîsa bêne herêmê, vê cara dê tenê bo enerjiyê sînordar nebin. Wekî min gotî kompaniyên Amerîkî dê di çend kertan de bixebitin. Bêguman dê ligel kompaniyên li vê derê danûstandinan bikin. Lewma dibe helwesta li gor mercên vê derê were guhertin. Rola me jî ew e ku em hêsankariyan bikin û di navbera herdu aliyan de bibin pireke ya lihevkirinê. Herwiha em dê kompaniyên derbarê rewşa siyasî û bandora wê de agahdar bikin. Ev yek jî dê berî ku werin ji wan re dibe ronahiyek. Hêviya me gelek heye, em rewşê erênî dibînin.
Herêma Kurdistanê her tim xwestiye ku peywendiyên xwe ligel Amerîkayê bihêz bike. Di salên borî de Amerîkayê nedixwest li Herêma Kurdistanê kerta petrol û gaza sirûştî pêş bikeve, tu vê yekê çawa dibînî? Tu jî di vê baweriyê de yî?
Ne erkê me ye ku pirsgirêkên berê vekolînin. Em niha kêfxweş in ku li vê derê ne. Me hevdîtin ligel Birêz Nêçîrvan Barzanî pêk anî. Herwiha em ligel Qubad Telabanî jî rûniştin. Di piraniya hevdîtinên me de her aliyan bîr û hêviyên xwe anî ziman. Ti aliyan behsa salên borî nekir, lê hemûyan behsa rojên dahatuyê kirin. Karsaz û weberhênan ji me re diyar kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq dixwaze kompaniyên biyanî berê xwe bidin herêmê û ji bo wê yekê jî hewl didin. Di warên darayî de pêngavên nû diavêjin. Sistema elektronîk li dezgeh û saziyan tê danîn. Ev çaksazî dê bibin wesîle ku kompaniyên biyanî berê xwe bidin herêmê. Di encama lêkolînan de me jî dît ku bi rastî çaksazî têne kirin ji bo ku kompaniyên biyanê berê xwe bidin herêmê.
Cenabe te berê li Wezareta Bazirganiya Amerîkayê berpirsê beşa yasayên navneteweyî bû. Bi te li Herêma Kurdistanê yasa û rêbazên bo weberhênanê di çi astê de ne? Ji bo kompaniyên Amerîkî berê xwe bidin vê derê pêwîst e çi guhertin bêne kirin?
Ez di wê baweriyê de me ku Yekîneya Weberhênanên Kurdistanê karên baş dikin. Herwiha metodên wan ên baş hene. Dibe ku ji ber pêşneketina sistema bank û hinek mijarên darayî kêmasiyên wan hebe, lê bi giştî baş in. Minak dikarin baweriyê bidin ku heqdestê weberdêran dê di dema xwe ya destnîşankirî de were dayîn. Herwiha divê sisteme kêmgiriyê were başkirin. Dibe ku ev mijar dervey desthilatdariya Yekîneya Weberhênanên Kurdistanê be, lê rayedarên hikûmetê dikarin di vî warî de sitemê birêkûpêktir bike ku bala kompaniyên Amerîkî bikîşine li ser xwe.
Zanyariyên we li ser rewşa aborî ya welatên Rojhilata Navîn heye û tu li Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê bo karûbarê Rojhilata Navîn berpirsê meclîsa hevkariya aborî ya Iraq, Misir, Qarar û Erebistana Siûdiyê yî. Bi te modela kijan welatî ji bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê baş e?
Ev pirseke baş e. Bi min tevahiya welatan ji aliyê civakî û kulturî ve ji hev cudanin. Lewma şêweya wan a hilberînê jî ji hev cudane. Her çend ji hev cuda bin, lê di vê mijarê de hinek pîvanên standart ên navneteweyî hene û eger ew bêne bicihkirin encam jî baş dibin. Minak parastina samanên fikrî, bi taybetî ev mijar di warê teknolojiya pêşketî, pişesaziya derman, teknolojiya înformatîk û wekî kerta fîlman de gelek girîng e. Ji bo bala kampaniyên di van waran de kar dikin bikşîne ser xwe, divê standartên wan bêne bicihkirin ku ew bawerî li ba wan çêbe parastina samanên fikrî heye. Ji bo wan bawerî bi qasî xwîna di nav damarên wan de digere girîng e. Lewma çêkirina baweriyê bo Kurdistanê girîng e.
Kêmasiyên gêşedanên aborî li Herêma Kurdistanê çi ne? Bi te divê berî her tişt Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vê yekê çi bike?
Ez rewşeke ew qas xirab nabînim. Berî her tişt we serokekî siyasî yê pabendê reforman dibe heye. Em dê vê peyamê bigihêjin Washington û jûreyên bazirganî û berhemdêrên li wê derê. Em dê ji wan re bibêjin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ligel we kar bike. Dibe ku hinek kompaniyan pêwîstî bi demeke dirêjtir hebin, lê tiştê girîng e ew e ku wek min gotî serokê we ligel veguherîn û reforman e. Deriyên herêmê ji biyaniyan re vekiriye. Ji bo me ev yek girîng e.
Herêma Kurdistanê dikare ji aliyê hilberîna petrolê ve bibe navendeke mezin? Herwiha dikare bibe çavkaniya welatên herêmê, Tirkiye yan jî welatên Ewropayê?
Derfeta me çêbû ku em hevdîtinê ligel Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî pêk bînin. Wî bixwe jî tekez kir ku ji bilî hilberîna gaza sirûştî û petrolê di çend qadan de derfeta hilberînê heye. Kompaniya HKN a Amerîkî bi salan e li Herêma Kurdistanê kar dike. Ez dikarim hinek minakên din bidim ku Herêma Kurdistanê dikare di warê enerjiyê de bigihêje armancên xwe.
Di nav şanda we de nûnerên CITIBankê ku li gelek welatên cîhanê aktiv e, hebûn. Amerîka di warê darayî û bankavaniyê de dikare çawa ji Herêma Kurdistanê re bibe alîkar?
Bi qasî me dîtî û bihîstî bi giştî li Iraqê pêwîstî bi pêşxistina sistema bankavaniyê heye. Bi heman awayî pêwîstiya Herêma Kurdistanê jî pê heye. Reform û modernkirina sistema bankavanî û darayî gelek girîng e. Divê pivanên bankavaniyê di asta standartên bankavaniya cîhanî de be ku kar bike. CITIBank bi salan e li Iraqê kar dike û derfet heye ku sûd ji ezmûna wê were girtin. Mijara darayî jî bandorê li tevahiya qadên aboriyê dike. Niha li Iraqê çavên tevahiya berhemdêran li ser çakkirina sistema bankavaniyê ye.
We bi şandeke berfireh serdana Herêma Kurdistanê kir. Hûn dikarin bibêjin ku serdaneke din a we dê ji bo weberhênanê be?
Beşek ji kompaniyên tevlî serdana me bûne jixwe berî niha li vê derê karên wan hebû. Beşek jî yekem cara hatin. Dema em vegeriyan em dê li ser van nêrînên xwe bikin, bi taybetî em dê li ser kompaniyên yekem car e tên biaxivin. Em dê ji wan re bi her awayî bibin alîkar. Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman jî ji me re got deriyên vê derê ji we re vekirine. Du hevalên min yekem carbû hatibûn Hewlêrê. Wan ji Kelha Hewlêr, Çiyayê Korek û Dokanê gelek hez kirin. Bi qasî derfetên kar taybetmediyên cografî jî balkêş in. Ev jî tê wateya ku kerta geştyarî dikare were pêşxistin. Em hêvî dikin ku hinek kompaniyên geştyarî yên Amerîkayê dê benê Kurdistanê.
Rudaw
