Mesrûr Barzanî bo Malikî: Em hêvî dikin hilbijartina te bibe destpêkek nû
Bi boneya bi dawî hatina kongreya Partiya Deiwe ya Îslamî û dubare hilbijartina Nûrî Malikî weke Sekreterê Giştî yê wê partiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyê Partiya Deiwe û Nûrî Malikî kir.
Di peyamê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Em bi hêvî ne dubare hilbijartina we bibe destpêkek jibo destpêkirina qonaxeke nû di pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê, bi guhpêdana wê rewşa erênî ku heye.”
Mesrûr Barzanî hêvî dike, Partiya Deiwe “roleke çalaktir di diristkirina wê rewşa erênî de hebe û bibe sedemek jibo baştirkirina pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê, herwiha bibe sedema bêtir pêşketinê li seranserê Iraqê.”
Roja Şemiyê, kongreya giştî ya Partiya Deiwe ya Îslamî ya Iraqê bi beşdariya nêzîkî 350 serkirde û endaman bi dawî hat ku têde bo cara duyem Nûrî Malikî weke Sekreterê Giştî hate hilbijartin.
Hejmareke mezin ji serkirdeyên Partiya Deiwe ji rewşa partiya xwe nerazî ne û ji wan jî serkirdeyê herî xuya Heyder Ebadî ye, ku piştî dubare hilbijartina Nûrî Malikî weke Sekreterê Giştî yê wê partiyê, di daxuyaniyekê de ragihand, Partiya Deiewe dikare xwe rêk bixe bi şêweyekê ku guncaw be li gel dîroka wê ya dêrîn û erkên mezin ên niştimanî ku li Iraqê hene, dûr ji monopolkirin û serdestbûna berjewendiya çînekê bi ser karûbarên wê û siyasetên wê de.
Nûrî Malikî pêştir di navbera sala 2006 heta 2014an de serokwezîrê Iraqê bû. Herwiha ji sala 2014 heta 2015an jî Cîgirê Serokomarê Iraqê bû.
Piştî rûxana rejîma Beis û nemana desthilata Sedam Hisên, Nûrî Malikî bûbû Endamê Encûmena Demkî ya Desthilatê û herwiha Endamê Komîteya Nivîsandina Destûrê jî bûye.
Partiya Deiwe ya Îslamî di sala 1957an de ji aliyê Mihemed Baqir Sedir ve hate damezrandin. Di salên 70î yên sedsala bihorî de li dijî rejîma Beis a Iraqê çek rakir û dest bi şerê çekdarî kir. Di sala 1998an de baskek jê cuda bû û navê xwe kir Partiya Deiwe-Rêxistina Iraqê.
Ji sala 2005an ve heta 2018an posta serokwezîriya Iraqê di kontrola Partiya Deiwe de bû.
Rudaw
