Erebên Îranê li hev dan - Kuştî û birîndar hene
Duh li nahiya Elwan ya bajarê Şûş li herêma Xûzistan ya Îranê, di navbera du malbatan de şer derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de kesekî 45 salî hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li ser sebeba wî şerî ti daxuayniyek nehatiye dayîn.
Beşek mezin ji xelkê herêma Xûzistan ya Îranê ereb in.
Basnews
