Erdogan gefa nehîştina Qendîlê dixwe
Erdogan bi rêveberên medya û kanalên Tirkiyê hin akamdemîsyen nivîskaran re civiya. Wezîrê Derve û Berevanî û Peyvdarê Serokomar jî beşdarî civînê bûn. Erdogan ji rêveberên medyayê xwest ku di siyaseta netewî de rastiyan ji gel re bibêjin û piştevaniya hikûmetê bikin.
Erdogan got, Niha operasyon li ser wan herêman berdewam dikin. Piştî vê yekê dê deverek bi navê Qendîlê nemîne. Wek bedîlê Qendîlê PKKê xwestiye Şingalê bipêş bixe, niha ew der jî hatiye paqijkirin.
Da xuyakirin, niha taybet li ser Tilrifet û Girêspî hin xebat dikin û got, li Qendîlê jî bi armanckirina serkirdeyan û operasyonên bejahî li du qolan operasyon berdewam dikin. Her weha grûpên derdora Mexmûrê û Şingalê jî dikin armanc.
Erdogan got, heftiya bê şandeke Amerîka serdana Tirkiyê dike û bi aliyên pêwendîdar re dê hevdîtinê bike, ku mijara sereke Rojhelatê Feratê ye. Her weha devera aram jî te gotûbêjkirin.
K24
