Çavdêrekî siyasî: Hizra şovenîzmê li Kerkûkê sernakeve!
Dr. Nasîh Xefûr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa Kerkûkê aloze, bi taybet piştî xwepêşandarên ereb a li wî bajarî. Çareserî tenê bi lijneyekî şaraza û xwedî ezmûn ku bibe nûnerê yekrêziya kurdên Kerkûkê ye, bo gotûbêjên rasterast li gel kesayetên jor û nûnerên ereban. Tenê li gel tirkmenan jî nabe, herî dawiyê de jî li gel her du aliyan divê bicivin. Piştî wê pêngavê wê demê Bexda dê helwêstê xwe diyar bike. Ango destpêkê dive li gel pêkhateyên nav Kerkûkê pirsgirêk bên çareser kirin, piştre razîbûn û biryarê Bexdayê pêwîste. ‘’
Çavdêrê siyasî got: ‘’Mixabin tişta ku heye sedî sed bi dilê me nabe û divê ew hêza Kerkûk gehande vê rojê, îro divê bersiva rewşê bide. Divê her du alî ango Bexda û Hewlêr lihev bikin li ser vê rewşa bajar. Ango bajar pêwîste wegere rewşa xwe ya berê û Pêşmerge û polîsê Iraqê li gel yek rêkbikevin û Pêşmerge ewlehiya navçeyên xwe wergire. Ji ber hizra şovenîst a berê û rewşa ewlehiya bajar a naha sernakevin û cîhê hizra şoven li wî bajarî nabe’’
Basnews
