• Friday, 13 February 2026
logo

Ji Patrîkê Dêra Suryaniyên Ortodoks li Cîhanê peyam bo Mesrûr Barzanî

Ji Patrîkê Dêra Suryaniyên Ortodoks li Cîhanê peyam bo Mesrûr Barzanî
hêviya awedaniya zêdetir bo Kurdistanê dixwaze
Serokê dêra suryaniyên ortadoks li cîhanê Patrîk Ignatius Afram ê duyem peyamek pîrozbahiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.

Di peyamê de hat gotin, "Ez keyfxweşbûm Parlamentoya Kurdistanê bawerî da kabîneya nû û erkekî mezin ketiye ser milên we bo xizmet kirina hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê."

Patrîk Ignatius Afram di peyama xwe de wiha got: Dewletmedar ê birêz Mesrûr Barzanî, em keyfxweşbûn bi bihîstina nûçeya serkeftina kabîneya te û bawerî wergirtina wê ya ji Parlamentoya Kurdistanê. Pêkanîna encûmena wezîrên hikûmeta Kurdistanê – Iraqê, berpirsyartiyeke mezin xistiye ser milê we. Erkê we peyamekî bi şeref e bo pêşkeş kirina xizmetkariyê ji lawên herêmê û bo hemû pêkhateyan û li gel birêz serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewl bidin herêma Kurdistanê pêş ve bibin û pêşbixin."

Patrîk Ignatius Afram da zanîn: ‘’Bi navê xwe û di cîhana lawên dêra suryaniyên ortadoks li herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên germ pêşkeş dikim. Hêvîdarim xwedê yê mezin qesrên we serkeftî bike. Bi taybetî parêzgerî li aramî û seqamgiriya herêmê bike û ew krîza wek bakurofeyê li hemû aliyekî navçeyê nemîne.’’

Top