• Friday, 13 February 2026
logo

Daxuyaniya partiyên Rojhilatî li ser hevdîtina bi dewleta Îranê re

Daxuyaniya partiyên Rojhilatî li ser hevdîtina bi dewleta Îranê re
Partiyên Rojhilatî dibêjin, her gava “şert û mercên danûstaneka micid” pêk bên ewê wê yekê ji raya giştî re eşkere bikin.

Ev çend roj in tê gotin ku partiyên Rojhilatî bi taybet Partiya Demokrat li Ewropayê bi rayedarên rêjîma îslamî ya Îranê re hevdîtin kirine.

Li ser vê mijarê, Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ku ji 4 partiyên Rojhilatî pêk hatiye, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew her dem alîgir û xwaziyarên wê ne ku pirsgirêka kurd li Îranê, bi rêka diyalog û şêwazên aştiyane were çareserkirin lê dewleta Îranê vê yekê naxwaze û wisa kiriye ku ew jî li hember wê yekê bê bawer bibin.

Di daxuyaniya Navenda Hevkariyê de her wiha hatiye gotin, hinek navend û aliyên serbixwe yên navdewletî bo vê mebestê bi Navenda Hevkariyê re di nav pêwendiyê de ne, ji ber wê jî her gava şert û mercên danûstandineka micid çêbûn ewê wê yekê ji raya giştî re eşkere bikin.

Basnews
Top