Parlamenterekî HDPê grûba ser bi PKKê ve rexne kir: Dijmintiya gelan e!
Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Ahmet Şik li ser hesabê xwe yê twîtterê nûçeya liwegirtina berpirsyariya şewatindina daristanên li Stenbol û Mûglayê ji aliyê grûba “Milîsên Tolhildanê yên Yekbûyî ya Gelan” (HBÎM) ve belav kir û derbarê çalakiyên wê grûbê de nerazîbûna xwe nîşan da.
Ahmet Şik di twîttera xwe de dibêje: “Êrişa bo ser dar, av û sirûştê jî dijminatiya gel e.”
Di 10ê Tîrmehê de li Stenbolê agir bi daristana Aydosê ketibû û piştî bûyerê 2 zarok hatibûn desteserkirin.
Li Muglayê jî zêdeyî 400 hektar daristan şewitî bû.
“Milîsên Tolhildanê yên Yekbûyî ya Gelan” bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya wan bûyerên li Stenbol û Muglayê li xwe girtîbû ku di encamê de şewat li qadeke berfireh a daristanê belav bû û gelek gund hatibûn valakirin.
Rudaw
