• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya hunermend Enwer Şêxanî kir

Serok Barzanî pêşwaziya hunermend Enwer Şêxanî kir
Roja şemî 13.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê navdarê Kurd Enwer Şêxanî kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Enwer Şêxanî ya li warê pêşvebirina huner û çand de hebû û destxweşiyê jî lê kir ku li salên derbasbûyî bi kedekî zêde û bi ruhekî niştîmanperwerane xizmeta hunera Kurdistanê kiriye.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya tendirustî û temendirêjiyê ji bo hunermend Enwer Şêxanî xwest

Waar.tv
Top