• Friday, 13 February 2026
logo

Hewlêr û Parîs dibin destexûşkên hev

Hewlêr û Parîs dibin destexûşkên hev
Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û Parîsa paytexta Fransa dibin destexûşkên hev.

Îro, 14 Tîrmehê, du sed û sîhemîn salvegera serxwebûna Fransa ye. Bi vê helkeftê gelek çalakî û merasim tên lidarxistin û ev roj tê pîrozkirin.

Gelek şand û mêvanên biyanî bo salvegera îro tên vexwandin, şandeka parêzgeha Hewlêrê bi serokatiya parêzgar Newzad Hadî jî hatiye vexwandin.

Li gorî agahiyan, pilaneka din ya çûyîna wê şanda Kurdistanê bo Fransa ew e ku Hewlêra paytext û Parîsa paytext dê sibê (15 vê mehê) rêkeftina destexûşkatiyê îmze bikin. Rêkeftina han dê ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Newzad Havî û seroka şaredariya Parîsê Anne Hîdalgo ve were îmzekirin.

Bi vî rengî, hevkarî û pêwendiyên aborî, kulturî û jîngehî di navbera wan destexûkan de zêdetir û xurttir dibin.

Roja 10 vê mehê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûbû Parîsê û bi serokomarê wî welatî Emmanuel Macron û çend rayedarên din yên wî welatî re hevdîtin kiribû.

Basnews
Top