Tevgera Îslamî: Komel û Yekgirtû baca dunyayê dan, dê baca qiyametê jî bidin!
Enwer Enebî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Komel û Yekgirtû bûne opozîsyon. Dibe ku projeyên wan ên taybet û hevbeş hebin. Berê me ji wan her du partiyan re jî got, em projeyek îslamî danên, ji ber ev fermana xwedê ye û ne siyaset e. lê nehatin.’’
Li gor berpirsê Tevgera Îslamî, Komel û Yekgirtû baca beşdar nebûna wê projeyê didin û got: ‘’Me li dunyayê baca wê dît û bi vî halî ve bûn opozîsyon. Opozîsyonbûn zehmete, berê jî hêzeke siyasî bi 25 kursiyan ve nekarî ti tiştekî bike û ew şandin mala wan. Ev jî heman tişte û dê li qiyametê jî baca wê bidin.’’
Basnews
