• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî: Em ti nermbûnekî li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nikarin nîşan nadin!

Serok Barzanî: Em ti nermbûnekî li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nikarin nîşan nadin!
Serok Mesûd Barzanî îro 13.07.2019ê derbarê hin mijaran de peyamên giring bo raya giştî belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kêşeya Kerkûkê tenê giriftê siyasî ya di navbera dû partî yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyen nîne. Li rastiyê da kêşeya Kerkûk babetekî dîrokî û siyasî û kevne û li heman demî de jî fireh rehend û mezine.

Bi sedema wê rewşa neasayîya li ser Kerkûkê da hatiye û ji ber pêwîstiya asayîkirina rewşa emnî û îdarî ya bajar û xizmetkirina xelkê Kerkûkê û her wiha çareserkirina kêşeyan bigiştî, em li gel ewe dayîn ku rêkkeftin û hevreyî ya aliyên Kurdan, hengavekî girînge lê belê li gel ewe da jî pêwîste kêşeyên Kerkûkê bi parêzger ve jî di destpêkê li navbera Hewlêr û Bexda bê yekalî kirin û bê çareser kirin. Her encamek jî ku hebê divê cihê rizamendiya hemû pêkhatên Kerkûkê bê.

Niha rewşeke erênî li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û eve jî derfetekî gelek başe ku bi sûdwergirtina wê rewşa erênî giriftên emnî û îdariyên Kerkûkê jî çareser bibê û li çarçêweya destûr da Kerkûk vegerê ser rewşa xwe ya asayî. Ji ber ku ew rewşa niha li Kerkûkê heye nabê berdewam bê.

Niha û berê jî raya me wiha bûye ku li ser Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakîn û divê Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û hemû pêkhat bikarin bi aştî û birayetî û tebayî li Kerkûkê da li gel hevdû bijîn.

Mesûd Barzanî
13.07.2019

Top