Kelhên Amed û Hewlêrê di lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCOyê de ne
Fona Bîrdariyên Cihanê di destpêkê de 13 û di sala 2019 an de jî 18 milyon dolar ji bo nûjenkirina vê derê terxan kiribû, li gor planê ev proje dê di 15 mehan de were temamkirin.
Bekirê sazvan di dukana xwe ya zikê kelhê de dersa muzîkê dide Mehmûdê 13 salî, Bavê Mehmûd Tirkmen û herwisa mela ye, bav û kalê wî û Bekirê Sazvan bi sedsalane li ber sibera Kelha hewlêrê hênik bûne niha kêfxweşiya çakkirina kelhê kêfxweşiya wan yê hevpar e.
Hunermend Bekir ji Rûdawê re diyar kir: “Kelha Hewlêrê kelheke qedîm e ku bi hezaran geştyar rojane ji bo dîtina wî têne vê derê, em jî çaverê ne ku UNESCO karê xwe yê nûjenkirina wê zû temam bike.”
Tirkmenekî Hewlêrê yê bi navê Mihemed Abdullah diyar dike: “Em bi birayên xwe yên Kurd re bi biratî li Hewlêrê dijîn, nûjenkirina Kelha Hewlêrê yê bi destê UNESCOyê wek Tirkmenên vê derê me jî gelek kêfxweş dike.”
Amed, weke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye ku nîşanên destpêka jiyana mirovahiyê li ser e.
Di sala 2015an di 39emîn civîna komîsyona UNESCOyê de du şûnwarên Amedê jî wek Kelha Hewlêrê bibûne mirateyên cîhanê, Sûra Amedê ya ku temenê wê digihîje 5 hezar salan û herwisa Baxçeyên Hewselê yê ku 7 hezar sal e bi forma xwe yê resen gihîştiye roja me.
Şûnwarnas Metîn Ozçelîk diyar kir: “6 km dirêjiya van Sûrên Amedê hene û herwisa li hîn cihan bilindahî 12 li hin cîhan 20 metre ye, 82 bircên wê yên 2 qatî û gilover hene û li ser singê lata bazaltî hatiye lêkirin li ber çemê Dîcleyê.”
Balkêş e ku piştî herdu şûnwarên Amedê ketine lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCOyê bi mehekî şûnda li bajarê Amedê şerê milîtanên li ser PKKê ye bi navê YPSê û dewletê destpêkir û di vê heyamê de 132 berhemên parastî xisarê dîtin
Saziyên ku pêşengiya daxilkirina nav lîsteya UNESCOyê kiribûn ji saziya navdewletî dilgiran in û ew pê bawer in UNESCOyê Kelha Amedê û Baxçeyên Hevselê bêxwedî hêştine.
Serokê Jûra Avahîsazên Amedê Şerefxan Aydin destnîşan kir: “Berî ku UNESCO şûnwarên Amedê bixe nav lîsteya mîrateyên cîhanê, beşek ji sûrên Amedê hatibû nûjenkirin, lê piştî şer bi sedan rapor me ji wan re rêkir û saziyê ti gaveke erênî neavêtin, ango UNESCO hemû erka destkariyê dide hikûmeta herêmî heta niha ti gaveke berbiçav yê nûjenkirinê ji aliyê UNESCOyê ve nehatiye avêtin.”
Weke Kelha Amedê û Baxçeyê Hewselê li Bakurê Kurdistanê UNESCOyê di sala 1987 an de Kavilên Çiyayê Nemrûdê ya bajaroka Kolîka Semsûrê, di sala 2015 an de Mizgefta Dîvrîgî ya Sêwasê û di sala 2016an de Kavilên Anî ya bajarê Qersê jî tevlî nav lîsteya xwe ya Mîrateyên Cîhanê kiribû.
Rudaw
