• Friday, 13 February 2026
logo

ENKS daxwaza aktîvbûnê ji Civaka Navdewletî dike

ENKS daxwaza aktîvbûnê ji Civaka Navdewletî dike
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, proseya siyasî li Sûriyê aktîv bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxûyaniyekê de teqînên li bajarên Efrîn, Qamişlo û Hesekê şermezar kir û tekez kir, ku ew teqînên terorî û kesên li pişt teqînan nagihin armancên xwe. Daxwaz ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir proseya siyasî li Sûriyê çalak bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e, ji bo avakirina Sûriyayek demokratîk - yekgirtî ji bo hemû welatiyan, ku baştirîn rê ye, ji bo jinavbirina terorê û ziwakirina çavkaniyên wê.

ENKS herweha daxwaz ji pêkhateyên navçeyê kir, ku hişyar û hevkarbin, ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aştiya sivîl.

K24
Top