• Friday, 13 February 2026
logo

Erebên Kerkûkê li dijî danîna parêzgarekî Kurd kom bûn

Erebên Kerkûkê li dijî danîna parêzgarekî Kurd kom bûn
Li ser daxwaza aliyên Ereb, bi dehan kes li ber Parêzgariya Kerkûkê kom bûn û dibêjin: “Em ne razî ne ku Kurdek bibe parêzgar.”



Endama Fraksiyona Erebî ya li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Remle Ubeydî dibêje: “Divê gotûbêj bingeha hilbijarde be, divê gotûbêj di navbera nûnerên rasteqîn ên nifşên Kerkûkê de hebe, ku endamên Encûmena Parêzgehê ne, divê kesê ku tê diyarkirin Iraqî be û xizmeta pêkhateyan bike bêyî ciyawaziya navbera pêkhateyan û dijayetiya gendelan bike ku li parêzgehê ne.”



Partiyên Tirkmen roja şemiyê ji bo ragihandina helwesta xwe civîna li gel hemû aliyan encam didin, li nav Tirkmenan li ser vê mijarê çend arasteyên ciyawaz hene, lê hemû daxwazeke wan heye, dema li hev bikin, post werin dabeşkirin û parêzgar ji wan be, hevdem gotûbêja li gel aliyê Kurdî red nakin.



Roja sêşemê lijneya PDK û YNKê tê pêkanîn, ji PDKê Umêd Sebah û ji YNKê Xalid Şiwanî serokatiya lijneyê dikin, du endamên Fraksiyona Birayetî jî di nav lijneyê de dibin. Yekem hevdîtina wan li gel Tirkmenan e û piştre li gel Ereban dicivin.



Lijne ji bo rêkeftina li ser postan, dixwaze vegerin rêkeftina sala 2011ê ku li gor kursiyên Encûmenê pişkên pêkhateyan werin diyarkirin.



Li gor zanyariyên Rûdawê, postên Kerkûkê dê wisa werin dabeşkirin: Rêveberiyên Polîs û Qaymeqamiya Navendê, yên Kurdan in û di nav Kurdan de jî yên PDKê ne. Serokê Encûmena Parêzgehê ji Tirkmenan û Cîgirê Parêzgar jî ji Ereban dibe. Lê belê heta niha lijneyê mekanîzmaya dabeşkirina postên xwe nexistine nav wê projeya ku danûstandinê pê dikin li gel pêkhateyên din.



Rudaw
Top