• Friday, 13 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Elmaniya pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike

Wezîrê derve yê Elmaniya pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike
Hayko Mas, wezîrê derve yê Elmaniyayê, peyameke pîrozbahîyê arasteyê Mesrûr Baranî, serok wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê kir û ragehand, Elmaniya wek hevpişkeke cihê bawerî û mitmaneyê li gel Herêma Kurdistanê dê vemîne.



Deqa Peyamê:

Gelek birêz cenabê serok wezîran, Mesrûr Barzanî

Germtirîn pîrozbahîyê li hewe dikim, bi boneya hilbijartina hewe ji alayê Perlemana Kurdistanê ve, wek serok wezîrên hikumeta Herêma Kurdistana Îraqê.

Hilbijartina hewe û pêkanîna kabîneya hikumetê bi awayeke serkevtî, mercên giringin bo kûrkirina hevahengîyê û bi hev re karkirina Hewlêr û Bexdayê, bi taybet di warê ewlehîyê de, herweha bo serkevtinê bi ser qebo û astengên niha yên Herêma Kurdistana Îraqê.

Hewe diltenah dikim ku Elmaniya di aynde de jî, wek hevpişkeke cihê baerî û mitmaneyê li gel Herêma Kurdistan û Îraqê dê vemîne.

Hêvîya serkevtinê bo hewe dixwazim di cibicikirina erkên we de.

Li gel silavên dostane yên me.



Hayko Mas

Wezîrê derve yê Elmaniya

Top