Serokkomar û serokê Parlementoyê Îraqê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir
D. Berhem Salh serokomarê Îraqê di peywendîyeke têlefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir û piştevanîya xwe bo kabîneya nehê ya hikumeta Herêmê nîşan da.
Di peywendîyeke din ya têlefonî jî da Mihemed Helbûsî pîrozbahyên xwe bi helkefta pêkanîna kabîneya nû pêşkêşkî Mesrûr Barzanî kirin û xwast hikumeta nû bibe sedema pêşvebirina peywendîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de.
Waar.tv
