Rojava – Li Efrîn û Hesekê teqînên bihêz qewimîn
Îro danê sibê derdora saet 09:45 li taxa Salihye ya bajarê Hesekê motorsîklêtek bombekirî teqiya.
Li gorî agahiyan, di wê teqînê tiştek bi ti kesî nehat, tenê ziyanên madî gihîşt derdorê.
Li Efrînê jî derdora 10:00, otomobîleka bombekirî li ser rêka Efrîn û gundê Tirindê teqiya. Tê gotin li taxa Vêlat jî teqînek qewimiye lê agahiyên zêde li ser wê teqînê nîne.
Li gorî agahiyên K24, piştî teqînan dengê fîşekan jî li nav Efrînê hat bihîstin ji ber wê jî rewşa bajêr gelelkî aloz bûye, loma nayê zanîn ji ber teqînan tiştekî bi kesî hatiye yan na.
Basnews
