Serokwezîrê Iraqê: Me û Pêşmerge li hev kir
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Bexdayê di civîna rojnamevanî de li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dê bi hev re sînorên Iraqê yên ligel Îran û Sûriyê biparêzin.
Adil Ebdulmehdî got: “Li ser mijara paratina sînorên Iraqê yên ligel Îran û Sûriyê ku ji 500 kilometreyan pêk tê, me ligel Pêşmerge rêkevtinek kir.”
Ebdulmedî amaje bi wê yekê kir ku hêsan nîne pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêne çareserkirin û wiha axivî: “Ev pirsgirêk gelek kevn in û kefikê girtine. Lê rojane peywendî û hemahengiya me ji bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Herêma Kurdistanê heye. Bi taybetî I mijara petrol û Kerkûkê de.”
Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku metirsî li ser hinardekirina petrolê heye, lê planên wan heye ji bo metirsî û pirsgirêkê.
Rudaw
