• Friday, 13 February 2026
logo

Ebdulmehdî gef li Heşdî Şeibî xwarin!

Ebdulmehdî gef li Heşdî Şeibî xwarin!
Îro serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî gef li milîsên Heşdî Şeibî xwarin û ragehand, em derfeteke din didin wan hêzên heşdî şeibî ku red kirine xwe hilweşînin an jî têkelî artêşa Iraqê bibin.

Ebdulmehdî di civîneke çapemeniyê ya heftane de amaje bi wan hêzên heşdî şeibî kir, ku red kirine bikevin bin baskê biryara fermandariya giştî ya hêzên çekdarên Iraqê û bên hilweşandin û beşdarî artêşa Iraqê bibin û vê derbarê de serokwezîrê Iraqê ragehand, em derfetekî din didin wan hêzane, eger na divê çek daynin.

Serokwezîrê Iraqê derbarê gefên daxistina derbenda Hurmizê ji aliyê Îranê ve jî got, her rêgiriyekî li henarde kirina nefta Iraqê ya ji derbenda Hurmiz ve dê bibe pirsgirêkekî mezin li pêş aboriya Iraqê.

Li ser mijara henardeya neftê Ebdulmehdî amaje bi wê yekê jî kir ku Iraq ji naha û pê de neft henardeyî Urdin û Sûriyê jî dike. Vê derbarê de jî ronî kir ku ji ber Iraqê çend deriyên henardeya neftê ji dest daye, pêwîstî bi wê heye deriyên bo henardeya neftê bibîne.

Basnews
Top