Parlamentoya Kurdistanê deng dide kabîneya nû
Ligor agahîyên WAARê Parleman amadekariyên civîn û dengdana li ser kabîneya nû û rêûresma sûndxwarina Serokwezîr, cîgir û wezîran temam kiriye.
Herwiha îro C.Vyên kandîdên kabîneya nehem ya Hikûmetê gihîştin destê parlemanteran, li gor bernameya kar jî sibe demjimêr 11:00 civîna Parlemanê ji bo dengdana li ser kabîneya nû destpê dike.
Duhî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî lîsta pêkhateya kabîneya pêşniyarkirî radestî Parlemana Kurdistanê kiribû.
Waar.tv
