Yekîtiya Ewropa: Tirkiyeyê karek neyasayî dike
Nûnertiya Karên Derve a Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn li dijî lêgerîna enerjiyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve nîşan dide û radigihîne: Tirkiye li Deryaya Sipî mafê serweriya Kubrisê binpê dike û bi awayek neyasayî lêgerîna enerjiyê dike. Ev hewla Tirkiyeyê sedema endîşeyê ye û nayê qebûlkirin.
Ji alîkî din ve Rêveberiya Başûrê Kubrisê jî ragihandibû ko Tirkiye digel binpêkirina mafê serweriya Kubirîsê, aloziyê zêdetir dike.
Îro hikûmeta Tirkiyeyê eşkere kiribû ko duyemîn keştiya wan a ji bo lêgerîna enerjiyê gihiştiye rojhilatê deryaya sipî.
K24
