PKK hejmarek çekdarên xwe li Germiyan kom dike!
Li gor zanyariyên BasNewsê zêdetir ji 100 çekdarên PKKê li navçeya Xornewezan a sînorê bajarokê Xurmatû ya devera Germiyanê hatine komkirin û heta naha nayên zanîn armanca kom kirina wê hêzê çiye?
Berpirsê navçeya Kifrî yê PDKê Sebah Mihemed ji BasNewsê re ragehand, ‘’100 bo 200 kes dibin û cilûbergên zîrevanên sînor li ber wan e.’’
Sebah Mihemed aşkera kir, dawiya heftiya borî wê hêzê rêgirî li hindek xelkê kirine.
Basnews
