‘Rêveberiya sepandî ya Kerkûkê kar dike ku kurd bajar vala bikin’
Berpirsê ofîsa ragehandina baskê Kerkûkê yê PDKê Merîwan Celal îro 06.07.2019ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha milîs û desthilata leşkerî li Kerkûkê hemû hewldana xwe ve kar dikin bo ku rêjeya kurdan li Kerkûkê kêmbikin û ev yek jî piştre bandora xwe hebe bo serjimêriya giştî ku biryare sala pêş me de li Kerkûk û Iraqê bê kirin. Em kar dikin ku heta rewş asayî nebe ew serjimêrî neyê kirin li Kerkûkê.’’
Herwaha got: ‘’Em dibînin rojane taxên kurdan ên li Kerkûkê hêzên ewlehiyê bi bahaneyên cuda ve davêjin ser malan û givaşê li ser kurdan dikin û vê yekê rêveberiya sepandî ya Kerkûkê dike û ew berdewam e. Ereb kirina bajar berdewam dikin ku kurd bajar derkevin û ereb di cîha wan de bicîh bibin.’’
Basnews
