Tevgera Goranê kandîdên xwe ji hikûmetê diyar kirin
Li gor zanyariyên K24ê, tevgera Goranê C.Vyên kandîdên xwe radestî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin.
Ev di demekê de ye, duhî Encûmena Serkidatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo diyarkirina kanîdên xwe ji kabîneya nû re civiya û navên beşek ji kandîdan jî li medyaya xwe belav kiribûn.
Li gor zanyariyan jî, biryar e ta dawiyê vê hefteyê pêkhateya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe pêş Parlemantoya Kurdistanê û bawerî pê were dayîn.
K24
