• Friday, 13 February 2026
logo

DAIŞiyek Almanî li xwe mûkir hat û behsa kuştina zarokekî êzdî dike!

DAIŞiyek Almanî li xwe mûkir hat û behsa kuştina zarokekî êzdî dike!
Jineke DAIŞê ya bin nijad Almanî, li xwe mûkir hat ku zarokekî êzdî ya temenê wê pênc salî bûye bi awayeke namirovane Ew zarok kuştine.

Li gor îtirafa wê DAIŞiyê û mêrê wê, Ew keçika Êzdî li ber tava Havînê girêdane ku pileya germê 45 bûye û waz lê anîne heya ji têhna mirîye.

Di dema vegotina çîroka kuştina wê keça pênc salî de , Cênîfer gote dadwerî: Keçik nexweş bû mîz bi xwe da dikir, mêrê min wek cezayekî, Ew keçik li derve girêda û Me li ber tava rojê ew hêla heya têhna tavê, keçik kuşt.

Dadgeha bajarê Munchenê, biryara zîndanîkirina wê da bi heta hetayî . Ji ber beşdarî di kuştina wî zarokî de kiribû.

Her bi egera peywendîkirinê bi DAIŞê ve, Dadgehê jinek dî ya DAIŞî jî ceza kir, bi zîndanîkirinê bo dema pênc salan.

Ew bikuja bi navê Cênêfer , temena wê 27 sale, li sala 2014 heya 2016 bi rê ya şûkirinê bi çekdareke DAIŞê ve, xizmeta wê rêkxistinê kirîye, li sala 2017ê ji alîyê hêzên Kurdî yên Suriyê ve hatîye girtin û dûv re jî di meha Nîsana 2018yê hatîye vegrandin bo Almanya.

Basnews
Top