• Friday, 13 February 2026
logo

32 rêxistinên sivîl daxwaza parastineke navdewletî ji Efrînê re dikin

32 rêxistinên sivîl daxwaza parastineke navdewletî ji Efrînê re dikin
32 rêxistinên civaka sivîl banga derxistina grûpên çekdar ji Efrîn û gundên wê dikin û daxwaz dikin rê li pêş vegera derbiderên Efrîn bê vekirin û Efrîn bikeve bin parastineke navdewletî.

32 rêxistinên civaka sivîl di raportekê de belav kir, herêma Efrînê ji navend Efrîn, 7 navçe û bêhtir ji ji 366 gundan pêk tê û berî dagîrkirina Tirkiyê dora 700 hezar kes tê dijîn û rêjeya Kurdan tê de ji sedî 96 bû. lê piştî salekê û 3 mehan ji dagîrkirinê niha rewşa Efrînê têk çûye û dizî, talan, revandin û kuştina welatiyan bi awayekî berfereh belav bûne, vê yekê hîşt beşek mezin ji xelkê Efrînê koçber û derbider bibe.

Di raportê de hatiye, piştî rawestandina operasyonên leşkerî li Efrînê, artêşa Tirkiyê di 6ê Nîsana 2019an de 15 xanî ligel dibistan, goristan û avahiyên giştî yên gundê Cilbirê hilweşandin û dest bi avakirina dîwarê dabeşkirina Efrînê û cudakirina wê ji Sûriyê li gundên çiyayê Lêlûnê kir.

Rêxistinên civaka sivîl di raporta xwe de dibêjin, bi avakirina dîwar re, Efrîn bû 2 beş, beşek ji navenda Efrînê, 7 navçe û 349 gundan pêk tê û beşa duyem jî 12 gund in û di bin kontrola rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî de mane.

Ew 32 rêxistin hişyariyê didin ku vê rewşê metirsiyeke mezin li ser xelkê Efrînê çê kiriye, ji wan metisiyan jî:

1- Koçkirin, revandin û kuştina Kurdan li ser nasnameyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve tên kirin.

2- Efrîn ji Sûriyê û ji bazna xwe ya Kurdî tê cudakirin û bi ser dewleta Tirkiyê dikeve.

3- Efrîn bûye çiravek ji hemû mîlîşyayên terorist re û bûye meydaneke şer û siyasetên tolvedanê li ser Kurdên Efrînê tên meşandin.

4- Rojane revandin, kuştin, binpêkirinên mirovî, şewitandina dar û berhemên çandiyên û ferzkirina bacan li ser welatiyan tên kirin, ku heta niha zêdetir ji 1500 kesî hîna girtî ne.

Ew 32 rêxistin daxwaz dikin:

1- Projeya avakirina dîwarê cudakirin û dabeşkirina Efrînê yekser bê rawestandin û encûmenên xwecihî yên Efrînê bên aktîvkirin û piştevanîkirin, da ku bi awayekî kirdarî bi rola xwe rabin.

2- Grûpên çekdar ji gund, navçe û bajarê Efrînê bêne derxistin û sînorek ji revandina welatiyan bi armanca standina pereyan û ferzkirina bacan bê dayîn. Herwiha kesên van kiryaran dikin bên dadgehkirin û herêma Efrînê radest kurên wê bibe.

3- Sînorek ji belavbûna çekan di nava koçberên hatine Efrînê de bê danîn û destdanîna bi zora çek li ser malên xelkê Efrînê yên resen ji aliyê koçberên hatine Efrînê bê qedexekirin.

4- Fişar li rêjîma Sûriyê û HSDê bê kirin, ji bo rê li pêş vegera derbiderên Efrînê yên li kampên devera Şehbayê dimînin vebe.

5- Parastineke navdewletî ji herêma Efrînê re hebe û bikeve çarçoveya herêma ewle.

6- Rê li pêş rêxistinên navdewletî, sivîl û xwecihî û dezgehên ragihandinê bê vekirin, bi azadî û bê fişar li Efrînê kar bikin.

7- Rewşa koçberên Xûtaya Şamê û navçeyên din ên Sûriyê yên li Efrînê bicih bûne bê asayîkirin û riya vegera wan bo navçeyên wan bê vekirin.

8- Proseya guhartina demografî li Efrînê bê rawestandin.

K24
Top