Iraq – Li Fellûce 5 çekdarên Heşda Eşayirî hatin kuştin
Duhî li bajarê Fellûce yê Iraqê, komek milîsên sunnî, ku ji wan re dibêjin Heşda Eşayirî, rastî êrişa çekdarî hatin.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 5 milîs hatin kuştin û 10 milîs jî birîndar bûn.
Heta niha ti aliyekî ew êriş negirtiye ser xwe.
Basnews
