Di nav 13 salan de 800 hezar ereb li Kerkûkê hatine bicîhkirin!
Saziya Bizava Mafê Kurd li Kerkûkê, ku piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Iraqê ve hat avakirin, di raportekê de ragihandiye, ji sala 2006 ve heta niha herî kêm 800 ereb ji deverên cuda yên Iraqê derbasî Kerkûkê hatine kirin û li wir hatine bicîhkirin.
Di raportê de hatiye gotin ku ji wan ereban tenê 200 hezar kes vegeriyane gund û bajarên xwe, yên din hemû mane!
Li gorî agahiyên ku di raporta wê saziyê de hatine ragihandin, sala 2006 bi behaneya şerê mezhebî, 13 hezar malbatên ereb (derdora 60 hezar kes) li Kerkûkê hatin bicîhkirin, ji wan malbatan tenê nîvê wan vegeriyane.
Ji sala 2014 û vir de jî, 118 hezar malbat (derdora 700 hezar kes) bi behaneya şerê DAIŞê li Kerkûkê hatin bicîhkirin. Beşek ji wan xelkê Mûsil, Diyale û Enbarê bûn, beşek jî xelkê Hewîce, Ebasî, Riyaz û Reşadê bûn, ji wan kesan jî tenê 150 hezar kes vegeriyane.
Serokê saziya Bizava Mafê Kurd li Kerkûkê, Edhem Cumhe ji televîzyona K24 re gotiye, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 êdî siyaseta erebkirin ya rêjîma Beis zindî bû û beşek ji wan erebên ku beriya wê demê li Kerkûkê hatibûn bicîhkirin, bûn xelkê Kerkûkê û di nav dezgehên hikûmetê de jî hatin îstixdamkirin!
Bi gotina wî çavdêrê siyasî, siyaseta erebkirinê bi xurtî didome û roj bi roj kurd li Kerkûkê lawaztir dibe.
Basnews
