Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge ne wek Heşda Şeibî ye
Piştî ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Adil Ebdulmehdî biryarek ji bo yekxistina hêzên Heşda Şeibî li gel Artêşa Iraqê da, beşek ji aliyê Iraqî yên Şîe daxwaz kirin ku ev biryar Hêzên Pêşmerge jî li xwe bigire.
Yek ji wan hêzan ku daxwaz kir, Hêzên Pêşmerge jî weke hêzên Heşda Şeibî li gel Artêşa Iraqê bibin yek, Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî ye.
Birêkarî Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Pêşmerge xwe bi beşek ji sîstema berevaniya Îraqê dizane, Pêşmerge û Heşda Şeibî gelek ji hev cuda ne, hem di warê pêkhate û hem jî di warên dîrokî û helwestan de.”
Serbest Lezgîn tekez kir: “Em bi vê yekê re ne ku pêdeçûn bi rewşa Pêşmerge bê kirin, lê belê heya niha hikûmeta Iraqê alîkariya Hêzên Pêşmerge nekiriye, tenê îsal nebe ku bûdce ji bo Pêşmerge destnîşan kiriye, lê tevî vê yekê hêj jî ew pare nedaye.”
Birîkarê Wezareta Pêşmerge herwiha diayr kir, pirsa Pêşmerge yek ji pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û divê rêkeftin li ser bê kirin. Bi gotina Serbest Lezgîn, ew dixwazin ev mijar “li gor destûrê” were çareserkirin.
Ev daxuyaniya Serbest Lezgîn jî di bersiva hendek berpirsên Îraqî de ye ku gotine, divê weke Heşda Şeibî, baregehên Pêşmerge jî werin daxistin û bibe beşek ji Artêşa Îraqê.
Rudaw
