• Friday, 13 February 2026
logo

Jineke DAIŞî bi kêrê êrîşî endamekî Asayişê kir

Jineke DAIŞî bi kêrê êrîşî endamekî Asayişê kir
Li kampa Holê jineke DAIŞê sergirtî bi kêr êrîşî endamekî asayişê kir û bi giranî birîndar kir.



Piştî ku jina DAIŞê ya nuxumandî endamê asayişê birîndar dike, direve û di nav konan de xwe vedişêre û heta niha jî nayê zanîn ka ew jina DAIŞî kî ye.



Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ragihand ku jineke DAIŞî ya biyanî xwestiye ku biçe bazarê û endamekî Asayişê jî li gor rênimayiyên kampê, li gel wê çûye daku wê bibe bazarê, lê jina DAIŞî kêr li pişta endamê Asayişê Îzedîn Ehmed Ellawî dixe.



Endamê asayişê bo nexweşxaneyê hatiye şandin û niha di bin çavdêriya tendirûstî de ye.



Piştî vê bûyerê, rewşa awarte li kampê hate ragihandin û niha li pey wê jina DAIŞê digerin.



Herwiha rêxistinên mirovî jî ku li kampê kar dikin, navendên xwe vala kirin û derketin.

Rudaw
Top