Nêçîrvan Barzanî bo Koreya Başûr hate vexwandin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemî pêşwazî li şanda Koreya Başûr a bi serokatiya Şêwirmendê Serokê Koreya Başûr ê bo karûbarên derve Han Byong Dû kir.
Şanda Koreya Başûr di vê hevdîtinê de, bi boneya wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên serokomar, serokwezîr û xelkê wî welatî pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser dostaniya xelk û hikûmeta Koreya Başûr bo li gel Herêma Kurdistanê kir.
Şanda Koreya Başûr herwiha hêvî kir ku peywendiyên Hewlêr û Seolê di hemû waran de û bi taybetî di warê weberhênanê de bêtir pêş bikevin. Heman şandê herwiha pêşkevtinên Herêma Kurdistanê yên di hemû waran de bilind nirxand.
Her di vê civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî bo Koreya Başûr hate vexwendin daku di derfeteke guncaw de serdana wî welatî bike.
Serokê Herêma Kurdistanê , Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de bi kurtî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir û spasya serokomar û serokwezîr û xelkê Koreya Başûr kir. Nêçîrvan Barzanî herwiha ji ber vexwendina xwe ya bo serdankirina Koreya Başûr, spasiya şanda wî welatî kir.
Nêçîrvan Barzanî jî tekezî li ser dostanî û pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr di hemû waran de kir.
Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr xwedî peywendiyên bihêz in, bi awayekê ku di sala 2008an de Koreya Başûr konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir.
Waar.tv
