Parlementera mesîhî, Kilara Odîşo: Barzanî mezinê me ye jî ne tenê yê kurdan
Serok Mesûd Barzanî duhî li Pîrmam bi firaksiyona PDKê û nûnerên pêkhateyên mesîhî û turkmen li parlementoya Kurdistanê re civiya.
Li ser naveroka civînê, parlementera mesîhî Kilara Odîşo ji BasNewsê re got, em bi Serok Barzanî re rûniştin. Bi rastî şanaziyek mezin e ku em bi wî re rûniştin, ji ber ku ew ne tenê mezinê kurdan lê mezinê me jî ye.
Kilara Odîşo, ku seroka firaksiyona aşûrî-suryanî-kildanî ye jî, her wiha got, em şanaziyê bi aramiya Kurdistanê dikin. Em wek mesîhî bê tirs û arîşe li Herêma Kurdistanê dijîn.
Wê parlementera Kurdistanê anî ziman, hinek pirsgirêkên erd û zeviyên mesîhiyan li Duhokê hene û got, me ew pirsgirêk gihandin Serok Barzanî, wî jî soz da di kabîneya nû bi serokatiya Mesrûr Barzanî ew arîşe bên çareserkirin.
Wê nûnera mesîhiyan da zanîn ku Barzanî ji wan re gotiye, Kurdistan dê di nav 4 salên bê de bibe xwedan Qanûna Esasî ya xwe, ku tê de mafên pêkhateyan parastî dibe, soz jî da ku hetanî pêkhateyên Kurdistanê bi temamî razî nebin Qanûna Esasî nayê nivîsandin û pesendkirin.
Basnews
