Efrîn.. Çekdaran Kurdekî din di bin eşkenceyê de kuşt
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpeke çekdar ji berî 9 mehan welatiyê ji gundê Behdîna Beyrem Sîno revandibû û piştî lêdan û eşkenceyên hovane, malbata wî agahdar kirin ku beyrem di girtîgehên wan de canê xwe jidest daye.
Wê rêxistinê da zanîn jî, destpêkê Beyrem ji aliyê grûpa bi navê Ehfad El Resûl hatibû revandin û piştre wê grûpê ew radestî grûpa Muhtesim Billah kir, li cem wan jî lêdan û eşkenceyê hovane lê dihat kirin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi armanca standina pereyan ji malbatên wan, bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û eşkencedan.
Li gor zanyariyên K24ê, ev Kurdê 38em e ku di bin eşkenceya hovane de û bi guleyên rasterast ên grûpên çekdar ve tê kuştin û hîna civaka navdewletî derbarê van tawanan de bêdeng e û zincîreya dizî, talan, revandin, eşkencedan û kuştina Efrîniyan berdewam e.
