Îmamoglu: Ez dixwazim seredana Demirtaş bikim
Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî seredanên xwe yên liqên Stenbolê yên Partiya Saadetê û Partiya IYI, seredana navenda HDP jî kir.
Piştî hevdîtina ligel rêvebirên HDP, Îmamoglu bersiva pirsên rojnamevanan da. Liser pirsa K24ê: Dê seredana hevserokê berê HDP Seleheddîn Demirtaşê bike?”
Îmamoglu got:”Derfet çêbibe bêguman dixwazim seredanê bikim. Min spasiya birêz Demirtaş liser helwêst û piştevaniya wî ya berî hilbijartina 23ê Hezîranê, kiribû. Ev helwêst û piştevanî ji bo me cihê giringiyê ye. Gelek caran ji me dipirsin – ew girtî ye. Lê, çima girtî ye? Her kes dixwaze bizanibe, ez jî dixwazim bizanim. Ger ne dadweriyek hiquqî pêkhatibe û mexdûriyet hebe, ez ligel wan kesan im… Divê ev binpêkirin, berteref bibe”…
Basnews
