Şandeke Netewên Yekgirtî bi Nêçîrvan Barzanî re civiya
Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Hennis Plasschaert di vê civînê de têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Di civînê de, tekezî li ser rola Neteweyên Yekgirtî di çareserkirina pirsgirêkan li Iraqê, bi taybetî pirsgirêkên girêdayê deverên madeya 140 a destûra Iraqê hat kirin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Rojnamevanî ya Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya endamên Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku berî çend rojan serdana Bexdayê kiribûn û bi hev re civiyabûn.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest, ev civîn û hevdîtinên bi vî awayî, berdewam bibin, ew jî bi mebesta şopandina pirsgirêkên Iraqê, û bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Nêçîrvan Barzanî herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her diyalogekê nîşan da, bi awayekê ku pirsgirêk li gor nexşerêyekî guncaw bêne çareserkirin.
Di civînê de, rewşa Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî hatin gotubêjkirin.
Rudaw
