• Friday, 13 February 2026
logo

Ji PDKê û YNKê pêngava nû bo Kerkûkê

Ji PDKê û YNKê pêngava nû bo Kerkûkê
Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê dibêje, “nêzîkbûneke baş di navbera YNKê û PDKê de heye” û tekez dike, heya roja yekşemiya destpêka heftiya bihê, herdu alî dê derbarê posta Parêzgarê Kerkûkê de bigihin rêkeftinê. Çavkaniyek ji nav YNKê jî dibêje, “PDKê li ser navê endazyarekî rizamendî nîşan daye.”



Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê, Rewend Mela Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, gotûbêjên YNKê û PDKê li ser mijara posta Parêzgarê Kerkûkê berdewam in û got: “Nêzîkbûneke baş di navbera herdu aliyan de heye û ez pêşbînî dikim, heya roja yekşemiya destpêka heftiya bihê, em li gel PDKê li ser posta Parêzgarê Kerkûkê bigihin rêkeftinê.”



Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyekî nav YNKê bi dest xistiye, ji bo posta Parêzgarê Kerkûkê niha behsa navekî nû tê kirin. Li gor agahiyan, navê wî kesî Teyib Cebar e û endazyar e.



Çavkaniyê ji nav YNKê ji Rûdawê re da xuyakirin, “Teyib Cebar yek ji kandîdên bihêz e û şansê wî bo wergirtina vî postî heye, ji ber ku PDKê jî razîbûna xwe nîşan daye.”



Bo posta Parêzgarê Kerkûkê, pêştir behsa navên Rêveberê Polîsê Kerkûkê yê berê Lîwa Cemal Tahîr û Cîgirê Serokê Zanîngeha Kerkûkê Dr. Omer Înce dihat kirin.



Tyib Cebar kî ye







Endazyar û helbestvan e



Sala 1954an li gundê Pepelû ya ser bi bajarokê Qere Hesen ji dayik bûye.



Xwendina seretayî li gundê Tepelûyê temam kiriye.



Di 1963an de bo temamkirina xwendinê çûye taxa Şorîce ya Kerkûkê.



Di 1976an de xwendina bilind li fakultya endazyariyê qedandiye.



Birîkarê berê yê Wezareta Avedankirinê ya Herêma Kurdistanê bûye.



Serokê pêştir ê Komîteya Bilind a Yekîtiya Endazyaran bûye.



Sala 1995an endamê Encûmena Komîteya Bilind a Konferansa Komeleya Ronakbîrî û Civakî ya Kerkûkê bûye.



Ji destpêka salên 1970î de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.

Rudaw
Top